Ji bo kesên li Xezeyê ji cîh bûne pêdivî bi 300 hezar konî heye

Hikûmeta Xezeyê ragihand ku ji bo 288 hezar malbatên Filistînî yên ji cîh bûne bikaribin li hember bahozên zivistanê bisekinin, bi lezgînî pêdivî bi 300 hezar kon û kelûpelên stargehê heye.

Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmeta Xezeyê eşkere kir ku di bahoza yekem a mezin a zivistanê ya demsalê de ku çend roj berê li herêmê rû da, “bi deh hezaran” kon xira bûn. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji ber bombebarana ku Îsraîl du sal in didomîne, ji bo kesên ku bêmal mane, stargehên demkî  nehatine peyda kirin. Hikûmeta Xezeyê destnîşan kir ku ji bo 288 hezar malbatên Filistînî yên ji cîh bûne bikaribin li hember bahozên zivistanê bisekinin, bi lezgînî pêdivî bi 300 hezar kon û kelûpelên stargehê heye.

Rayedarên Xezeyê her wiha tekez kirin ku pêdiviyên bingehîn ên wekî germkirina ewle ji bo zarok, extiyar û nexweşan, raxistina erdê, doşek, destavên mobîl û enerjiya alternatîf, nayên peyda kirin.